Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclisê didome

Emîne Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê di roja 19’an de li ber meclise didomîne, xwest ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.

Enqere – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 19'emîn de dewam kir.

Emîne Şenyaşar li Meclisê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne û  xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê piştî komkujiyê hatibû girtin were berdan.