Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome

Emîne Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê 98 roje didomîne carekî din daxwaza edaletê kir.

Enqere-Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 98’emîn de berdewam kir. Dayik Şenyaşar tevî kurê xwe Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re Nobeta Edaletê berdewam kir. Parezerên Hiqûqa Civakî serdana malbata Şenyaşar kirin.

Piştre dayik Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bû.