Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê didomîne, di roja 71’emîn de berdewam dike.

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 71’an de berdewam kir. 

Sevînç Çakar a lawê wê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cezayê hefsê yê muebeta girankirî wergirt jî piştevaniya malbata Şenyaşar kir. Çakar, bi cilên ku li ser “Ez lawê xwe dixwazim” dinivîsî hate ber wezaretê. 

Malbata Şenyaşar piştî fitara xwe kir, derbasî Meclisê bû.