Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar di roja 97’an de ne
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî di roja 97’an de lêgerîna xwe ya edaletê didomîne.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirin a bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, di roja 97’emîn de çalakiya nobeta “edaletê” dewam dike.
Malbata Şenyaşar a ji ber qedexeya derketina derve li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê bi etîketa #JiBoMalbataŞenyaşarDipirsim (#ŞenyaşarAilesiİçinSoruyorum) ev peyam parve kir: “Sibê 14’ê Hezîranê ye. Wê êrîşa ser kargeha me û komkujiya li nexweşxaneya dewletê pêk hat bikeve sala 4’an. 3 mirov li nexweşxaneyê tên kuştin, êrîş li pêş dîmenkêşên ewlehiyê pêk tê. Heta ku heq cihê xwe bibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome.”