Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 95’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê di roja 95’an de domand got: “Ew girseya li Wanê çawa kom bû, bila li vir jî kom bibe. Werin, êdî bes e ji vê zilmê re."

Enqere – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 94’emîn de berdewam kir. Dayik Şenyaşarê bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê re nobeta xwe domand.

Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê û endamên Kolektîfa Demokrasiyê ya Sosyalîst Emîne Şenyaşarê ziyaret kirin. 

Emîne Şenyaşar ku xwest kurê wê bê berdan got: “Ew girseya li Wanê çawa kom bû, bila li vir jî kom bibe. Werin, êdî bes e ji vê zilmê re." 

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 18’an de çalakiya xwe domand.