Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 92’an de berdevam dike

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Wezareta Edaletê daye destpêkirin di roja 92’an de berdevam dike. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek û endamên Platforma Jinan a Enqereyê çûn serdana malbata Şenyaşar.

Enqere -Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 92'î de dewam kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek û endamên Platforma Jinan a Enqereyê çûn serdana malbata Şenyaşar.

‘Divê Wezareta Edaletê bersivê bide qêrîna Emîne Şenyaşar’

Sînan Çîftyurek di serdanê de axivî û got malbata Şenyaşar tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne û got: “Hiqûq û edeletê dixwazin. Tenê ji bo xwe naxwazin. Ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê berxwe didin. Em bibin hevkarê vê berxwedanê.”

Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Neylan Solmaz Saçilik jî axivî û got divê wezareta Edaletê bersivê bide qêrîna Emîne Şenyaşar.

Platforma Jinan û Sînan Çîftyurek piştre çûn serdana Sevînç Çakir  ku kurê wê piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatiye girtin ya  li ber wzareta dadê di çalakiya runiştinê ya roja 16’emîn de ye.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar piştî çalakiyê derbasî meclîsê bûn.