Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar di roja 89’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 89’an de dewam dike.

Riha - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê di roja 89'an de dewam dike. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Li T.C.’yê êdî welatî edaletê li ser rûyê erdê nabînin û li bin erdê digerin. Malbata kesekî (parlementer) li nexweşxaneyê komkujiyê pêk tîne, 3 sal bi ser re derbas dibe, dozgerek nikare biryara veşartî ya li ser dosyayê rake. Em ê bi berxwedanê edaletê bînin…”