Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar di roja 51’an de ne

Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şeyşar a hevjînê xwe û du kurên xwe windakirî û kurek wê jî di girtîgehê de ne di roja 51'ê de berdewam dike.

 
Riha - Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 51'ê de berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parvekirin kir:"Zilma em dijîn dibe belgefilm. Ew ê di demeke kin de bibe romaneke trajedîk jî. Komkujiya li Nexweşxaneya Pirsûsê. Kesayeta sereke: Mv. Î.H. Yildiz. Kesayetên alîkar: Malbat Yildiz. Sponsor: Sîstema darazê. Ji ser edaletê destên xwe yên bi xwîn rakin."