Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar di roja 15’an de didomîne
Emîne Şenyaşar a ku 15 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta ji bo “edaletê” digre tevî barana ku bênavber dibare jî ji cihê xwe ranabe û çalakiya xwe didomîne.
Riha – Emîne Şenyaşar a ku di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz de hevjînê wê Hecî Esvet Şenyaşar û du zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrîşê de bi birîndarî rizgar bibû re, berî 15 rojan li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 15’emîn de berdewam dike.