Nobeta Edaletê ya Amedê di sala 1’emîn de ye: Girtiyên nexweş berdin
Xizmên girtiyan di daxuyaniya girseyî ya di sala yekemîn a nobeta edaletê de pêkanîn de, diyar kirin ku dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin.

Amed- Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloq kirin li Amedê dane destpêkirin, sala xwe yekemîn li pey xwe hişt.
Xizmên girtiyan ên li ber Edliyeya Amedê kombûn, bi awayekî girseyî daxuyanî dan, bi lêv kirin ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniya malbatan bûn.
‘Bêedaletiyê ava nekin’
Xizma girtiyê nexweş Abdûlselam Guler, Încî Guler spasiya xwe ji kesên tevlî daxuyaniyê re bûn kir û got heta îro deriyê ku lêdane nemaye û wiha berdewam kir: “Me serî li her derê da. Me ji dewletê bi tenê daxwaza edaletê kir. Bêedaletiyê ava nekin. Piştî ku me dest bi çalakiya xwe kir şûnde girtî birçî û tî hatin hîştin. Em vê neheqiya ku tê kirin qebûl nakin. Em ê hertim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”
Tevî raporan jî nayên berdan
Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran jî bi lêv kir ku girtîgeh şerma Tirkiyeyê ne û wiha domand: “Di girtîgehan de girtiyên ku nameyan dişînin digihîjin destên me. Behsa binpêkirina mafan a li wê derê dikin. Bi serlêdanên ku tên kirin re em dibînin ku mafê tendûristiyê tê astengkirin. Li gor agahiyên ku ji me re tên kirin girtî bi kelepçekirî tên muayenekirin, an jî dereng sewkî nexweşxaneyên tên kirin. Ligel raporên tên dayîn jî girtiyên nexweş nayên berdan. Divê ATK ne bi tena serê xwe biryarê bide, di heman demê de divê nêrînên bijîjkên pispor jî bên girtin û rapor bê amadekirin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.”
Binpêkirina mafê jiyanê
Piştî axaftinan Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn daxuyanî xwend. Ozum Vûrgûn jî ev tişt got: “Xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan û infaza girtiyan neyê şewitandin çalakiya ku dabûn destpêkirin saleke xwe qedand. Li girtîgehan her ku diçe hejmara girtiyan zêde dibe. Ev zêdebûn dibe sedem ku binpêkirin pir zêde bibin û çareseriya pirsgirêkên heyî girîng dike. Divê hemû kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane, li gorî ku mafên mirovan hewce dike ku hurmet bê nîşandan. Mafê bingehîn ên mirovan ‘mafê jiyanî ye.’ Ev maf li gel hemû şert û mercan nikare bê qedexekirin.”
‘Divê ATK’ê were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yek alî’
Vûrgûn Ozum, raporên ku ATK’ê ji bo girtiyên nexweş dide bibîrxistin û wiha got: “Divê ji bilî ATK’ê raporên nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehê jî bên qebûlkirin. Divê ATK were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yek alî. Divê daxwazên girtiyên nexweş bên bicih, girtiyên nexweş bên berdan û xwe gihandina tenduristiyê pêk nayê.”