Nobeta Edaletê ket roja 800’an

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja xwe ya 800’an de ye, malbatê diyar kir ku wê heta dawiyê têkoşînê bidomînin û daxwaza piştevaniyê kir.

Riha-Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribûn. Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar ket roja 800’an.

Bi minasebata çalakiya Nobeta Edaletê li ber edliyeyê pankarta; “Em 5 sal in tenê edaletê dixwazin” hat vekirin û daxuyaniya çepemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Baroya Rihayê, endamên şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Rihayê amade b ûn.

Di çalakiyê de parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û got: “Mezinên me dibêjin we li ku tiştek xwe winda kiriye li wir bigerin. Me jî edaletê li ber vê avahiyê winda kir û em li vir lê digerin. Komkujî hê ronî nebûye û berpirsyar nehatine darizandin. Ger ev têkoşîna me nebûya dê komkujî weke kiryar nediyar bihata girtin. Bi têkoşîna me dozek hat vekirin. Di roja 2’yê Hezîranê de ez ê weke parêzvanên mafan biçim meclisê, em ê têkoşîna xwe ya edaletê li Enqereyê bidomînin.” Ferît Şenyaşar bang li saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê kir ku têkoşîna dayika wê Emîne Şenyaşar bi tenê nehêlin.

‘Ez vê dewletê qebûl nakim’

Emîne Şenyaşar ji desthilatdariyê re got: “Ne dewlet, ne hiqûq heye, lawê min di hucreya yek kesî de tê girtin, qatil digerin. Çima hûn qatilan nagirin? Bes e lawê min berdin ma ev e edalet? Ji ber ku zilmê li me kirin ez li vê derê rûniştime. Ev dewlet dewleta zilmê ye. Bila qeydên nexweşxaneyê derbixin hemû cîhan bibîne. Çima hûn qeydan vedişêrin? Ez vê dewletê qebûl nakim.”

Daxuyanî bi dirûşma “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.