Nobeta 'Edaletê' di roja xwe ya 110’an de didome

Emîne Şenyaşar û kurê wê Fert Şenyaşar piştî serdanên xwe yên saziyên Stenbolê vegeriyan Rihayê. Çalakiya malbatê di roja 110’an ye.

Rıha- Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe ya Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birînda bû,  didome. 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dinava  heftê de  5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobet digirin û dawiya heftê jî nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin. 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, herî dawî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûn Stenbolê û di 24'ê hezîranê de tevlî Kongreya Demokrasiyê bûn û serboriya xwe û têkoşîna xwe ya ji bo "Edaletê" vegotin. Malbata ku tevlî hin weşanên televîzyonan jî bû, serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirin û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin. 
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar piştî serdan û têkiliyên du rojan a li Stenbolê vegeriyan Rihayê.
Malbat li ser hesabên xwe yên medyaya civakî pêyama, “Em lêgerînerên mafan in, rêxistin nizanin! Em bi civatê nizanin! em partî nizanin! Hewldana me tenê ev e ku em hevsengiya pîvanên dadê, ku xirabûyî hevseng bikin...” parve kir.