Nobeta “edaletê” di roja 86’an de ne
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî û kurek wê jî di girtîgehê dene 86 rojin çalakiya “edaletê” dewam dike.
Riha - Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirine, di roja 86’emîn de dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:"Dozgerên bi baceyên me mûçeyên xwe digirin û peywira xwe ne baş bi kar tînin! Dadmendê got venekirina doza nexweşxaneyê di cih de ye! Hûn bi rêya darazê zilmê dikin. Ew ê roj were hûn ê jî hewceyî edaleta hûn qetil dikin bibin."