Nobeta Edaletê di roja 831’an de ye

Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê di roja 831’an de dîdomîne diyar kir ku baweriya Emîne Şenyaşar a bi edaletê ti carî kêm nebû.

Riha – Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn berdevam dike.

'Baweriya wê ya bi edaletê qet kêm nebû'

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe Nobeda Edaletê li mala xwe a Pirsûsê di roja 831’an de berdewam kir. Di parvekirina ji hesabê medyaya dîjîtal a malbata Şenyaşar de, navnîşana Twîtterê ya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û wêneyê Emîne Şenyaşar hatiye etîketkirin de, ev daxuyanî hatin dayîn:

 Xêzên rûyê wê, spîbûna porê wê, awira çavên wê. Baweriya wê ya bi edaletê bi demê re tu carî kêm nebûye. Rêgeza ewil a ehlaqê edalet e. Yê ku edaleta wî/wê nin be, exlaqê wî/wê jî tûne.