Nobeta Edaletê di roja 821’ê de ye
Emîne Şenyaşar nobeta edaletê ya ku li ber deriyê Edliya Rihayê daye destpêkirin di roja 821’ê de didome.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230621-20230621-emine-senyasar-jpg68be40-image-jpg3f67bc-image.jpg)
Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin û kurek wê jî birîndar bû, di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir, di roja 821’ê de didome.
Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê li cihê ku weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Malbata Şenyaşar a pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bariyerên beton ve kir, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê ku didomîne û komkujiyê welatiyên ku riya wan dikeve edliyeyê agahdar kir.
‘Bêedaletî didome’
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam da: “Hinek din sebir. Hinek din têkoşîn. Li qesra pişt pankarta edaletê, edalet hatiye mehkûmkirin. Wezîrê Edaletê hat guhertin, bêedaletî didome. Nobeta me di roja 821’ê de ye.”