Nobeta Edaletê di roja 811’an de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 8100’an de Nobeta Edaletê didomîne ev peyam da: “Divê bê edaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin.”

Riha - Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 811’an de berdewam dike.

Ji ber dawiya hefteyê edliye girtî bû, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar derbarê çalakiya xwe de li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal Twitterê ev peyam parve kir: “Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin (Mahatma Gandhî). Roja 811’emîn a nobeta me ya edaletê.”