Nobeta edaletê di roja 799’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 799’an de didome. Malbatê îro jî peyama; “Têkoşîn, mifteya edaletê ye. Silav ji bo hemû kesên ku li hemberî zilmê dengê xwe derdixin” dan.

Riha- Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 799’an de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar di saetên sibehê de bi pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama: “Têkoşîn, mifteya edaletê ye. Her tişt ji bo jiyana bi rûmet e. Têkoşîna me ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 799’an de berdewam dike. Silav ji bo kesên li hemberî zilmê dengê xwe derdixin” da.