Nobeta Edaletê di roja 798’an de ye

Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Em ê têkoşîna xwe ya edalet, hiqûq û demokrasiyê bi biryardariyeke mezintir bidomînin.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 798’an de bi biryardarî berdewam dike.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Roja 798’emîn a Nobeta me ya Edaletê ye. Em ê li dijî hîle, zext û bêhiqûqiyên dema hilbijartinê ji bo hemû gelên xwe têkoşîna xwe ya edalet, hiqûq û demokrasiyê bi biryardariyeke mezintir bidomînin.”