Nobeta Edaletê di roja 777’an de ye

Nobeta Edaletê a malbata Şenyaşar di roja 777’an de ye. Malbat di peyama xwe de got: “Ji bo mexdûrên li ser vê axê heya ku edalet pêk were wê nobeta edaletê bidome”

Navenda Nûçeyan - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ji 9'ê Adara 2021'an û vir ve dest bi Nobeda Edaletê kirin di roja 777’an de dom dike.

Emine Şenyaşar ji bo kurê xwe yê li girtigeha Elezîzê girtiye bibîne çû Elezîzê, Ferît Şenyaşar jî dê beşdarî mîtînga Rihayê ya ku ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve di saet 14.00’an de li navçeya Halîliyê were lidarxistin bibe.

‘Em ê çalakiya  nobeta edaletê bidomînin’

Malbat li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etiket kir û vê peyamê parvekir: “Lêgerîna me ya li sarayên edaletê ‘edaleta’ ku hat tûnekirin di roja 777’an de ye... Dayika Emîne îro ji bo kurê xwe yê ku hatiye ‘rehîn’ girtin hembêz bike di rêyên girtigeha Elezîzê de ye… Ji bo mexdûrên li ser vê axê heya ku edalet pêk were wê nobeta edaletê bidome.”