Nobeta Edaletê di roja 772’emîn de ye

Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, ket roja 772’emîn.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, didome.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku ji 9'ê Adara 2021'an û vir ve Nobeda Edaletê didomînin, îro jî hatin li ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta "Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” çalakiya xwe berdewam kirin. Di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal a malbata Şenyaşar de, wiha hat gotin: "Ev hilbijartin, hilbijartina mezlûm û zaliman e."