Nobeta Edaletê di roja 752’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a Nobeda Edaletê di roja 752'emîn de didomîne, ev bang kir: “Bila gelê Rihayê dê di hilbijartina 14'ê Gulanê de bi wijdanî biçe ser sindoqan."

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, didome.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku hatin ber Edliyeya Rihayê, li ber pankarta "Ji Malbata Şenyaşar edalet" di roja 752'emîn de nobeda Edaletê berdewam dike.

'Bila gelê Rihayî dê di 14'ê Gulanê de bi wijdanî biçe ser sindoqan’

Ferît Şenyaşar, anî ziman ku Nobeda Edaletê têkoşîneke pîroz e û wiha got: "Em li bendê bûn ku hikûmet edaletê pêk bîne lê belê me dît ku kesên dibin sedema bêedaletiyê li Rihayê wekî namzed hat nîşandan. Riha bajarê pêxemberan e. Dema ku Hz. Îbrahîm hat şewitandin qismekî gel dar berhev dikir û qismekî gel jî ji bo temirandina agir av dianîn. Ferît Şenyaşar bal kişand hilbijartina nêz dibe û wiha axivî: “Kesên ku bûne sedema bêedaletiyê li Rihayê wekî namzed hat nîşandan û dê ji gel deng bixwaze. Gelê Rihayî dê di 14'ê Gulanê de bi wijdanî biçe ser sindoqan."