Nobeta Edaletê di roja 728’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 728’an de dom dike û peyama: ‘Yên ku di hilbijartinên 2023’an de behsa edaletê nekirine wê têk biçin.’ Pareve kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 728’an de berdewam dike.

 Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû, nekarî îro tevli Nobeta Edaletê bibe. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û çalakî domand.

Malbata Şenyaşar li ser  hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em di rêya heq û li pey edaletê ne. Yên ku di hilbijartina 2023’yan de behsa edaletê nekirîn wê têk biçin.”