Nobeta Edaletê di roja 711’emîn de ye
Malbata Şenyaşar a di rona 711’emîn de nobeta edaletê didomîne vê peyamê da: “Têkoşîna me ya edaletê didome.”
Roja – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 711’mîn de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Qesra Edliyeya Rihayê di roja 711’emîn de têkoşîna me ya edaletê didome. Rojên ku rêgeza serdestiya hiqûqê serwer be nêz in.”