Nobeta Edaletê di roja 694’emîn de ye
Malbata Şenyaşar di roja 694’emîn a nobeta edaletê de ev peyam parvekir: “Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlum tên darizandin.”
Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 694’emîn de ye.
Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî nobetê bibe, Ferît Şenyaşar li ber Edliyeyê çalakî berdewam dike.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Dayikeke ku mala wê xera bûye di bin tabelaya qesra edaletê de 694 roj in li benda edaletê ya dewlet û hikumetê ye… Li cihê ku edalet lê nebe tenê mazlum tên darizandin.”