Nobeta Edaletê di roja 652’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ku 652 roj in li ber edliyeya Rihayê bê navber Nobeta Edaletê didomîne, ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê nayê astengkirin.”

Riha –  Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 652’emîn de didome. Dayika Emîne ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû tevli nobetê bibe, tenê Ferît Şenyaşar nobetê didomîne. Malbatê bi wesayîta xwe ya li ber deriyê edliyeyê ve pankarta li ser “Edalet” dinivîsî daliqand û dest bi nobeta xwe kir. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de ev parvekirin kir: “Têkoşîna me ya edaletê nayê astengkirin, her hewldana li ser astengkirinê bêedaletiyek e. Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike.”