Nobeta edaletê di roja 644’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a çalakiya nobeta edaletê di roja 644’emîn de didomîne, wiha got: “Têkoşîna ku em singa xwe didin ber hemû zehmetiyan û dimeşînin, dê heta ku edalet pêk were berdewam bike!.”

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 644’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, dîtin ku wesayîtên bi plaqeya fermî careke din li ber cihê ku pankarta wan ya “Edalet” li ser dinivîse dihate daliqandin park kirine, pankart bi wesayîta xwe ve daliqand û dest bi nobetê kirin.

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal hesabên Wezareta Dadê û Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna ku em singa xwe didin ber hemû zehmetiyan û dimeşînin, dê heta ku edalet pêk were berdewam bike! Heta ku nobeta me ya edaletê berdewam bike, tu rûyêkî endamekî hikûmetê nîne ku li Rihayê derbikeve nava gel.”