Nobeta edaletê di roja 61’ê de ye
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin, ji bo pêkahtina edaletê, nobeta xwe di roja 61’ê de didomîne.
Riha – Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartinan di 24’ê Hezîrana 2018’an de xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de bav û du kurên wî hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ji bo edalet bi cih were nobeta edaletê di roja 61’ê de didomînin.
Malbata Şenyaşar di roja 61’emîn a çalakiya xwe de hesabên medyaya civakî yên ji bo Misra Oz a ku di qezaya trênê de hevjîn û kurê wê miribûn û ji wê rojê ve têdikoşe, Rabîa Naz a li Eynesîla Gîresûnê li ber mala xwe mirî hatibû dîtin, xwendekarên zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê beriya bûyerên Parka Geziyê li Eskîşehîrê hatibû qetilkirin, Nadîra Kadîrova ya di 23’yê Îlona 2019’an de li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Onal mirî hatibû dîtin û malbata Îzol a di encama êrîşa birayên parlamenterê AKP’ê Zulfîkar Îzol ve hatibûn qetilkirin, hatine vekirin etîket kirin û parve kirin.
Peyama ku hat parvekirin wiha ye: “#Ji bo MalbataSenyasarEdalet AilesiİcinAdalet @Msra_oz @RabiaNaz @AliİsmailKorkmaz @Kadirova @malbataÎzol û kesên din ADALET dixwazin. Roj roja piştgiriyê...”