Nobeta edaletê di roja 572’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 572’emîn a çalakiya xwe de, ev peyam parve kir: “Ajansa Anadoluyê ji bo nûçeyê hat ber deriyê edliyê; lê dayika ku 572 roj in edaletê daxwaz dike, ji nedîtî ve hat.”

Riha - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 572’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyeyê û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobetê didomîne. Emîne Şenyaşar duh ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî were qada nobetê ya li ber Edliyeya Rihayê.

“Dayik ji nedîtî ve hatin” 

Malbatê li ser hesabê xwe yê Medyayê wêneyek yê Ajansa Anadolu ku dema li ber edliyeyê hevpeyvîn dikirin hatiye kişandin, bikar anî û ev peyam parve kir: “Li dijî zilmê û bêedaletiyê her kes bêdeng bimîne jî lê viya baş bizanibin em ê bêdeng nemînin. Ger li holê zilmek hebe, her kesê ku dibêje ez însan im divê bêdeng nemîne. Ajansa Anadoluyê ji bo nûçeyê hat ber deriyê edliyê lê dayika ku 572 roj in edaletê daxwaz dike, ji nedîtî ve hat.”