Nobeta edaletê di roja 570’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 570’emîn a nobeta edaletê de bersiv da daxuyaniya hevhelalkirinê yê serokomarê dewleta Tirk Erdogan û got: “Cihê ku edalet lê tune ye, hevhelalkirin jî nabe.”

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 570’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir.

Edaletê pêk bînin”

Ferît Şenyaşar gotinên serokkomarê dewleta Tirk ê ku şevê din di bernameyeke televîzyonê de digot, 'Heke di mijara hevhelalkirinê de pirsgirêkek hebe, ez di wê mijarê de amade me' bi bîr xist û wiha axivî: “Dayikê gelek caran li vir bangî rayedaran kir û got; ‘edaletê pêk bînin.’ Rayedar qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hûn vê dayikê nebînin gelo dê ev hevhelalkirin çawa bibe? Daxwaza dayika min, daxwaza milyonan kesan e. Dayik, edaletê dixwaze. Li pêşiya me hilbijartin heye. Heke edalet pêk neyê, em ê li her qadên mitîngan daxwaza dayikê bînin ziman. Dayik nexweş e û divê bê tedawîkirin. Yên ku ji xwe re dibêjin mirov nikarin li hemberî vê daxwazê bêdeng bimînin.” 

Hevhelalkirin nabe...”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal hesabên serokomarê dewleta Tirk û Wezîrê Dadê yê dewleta Tirk Bekîr Bozdag etîket kirin û ev parkirin kir: “Têkoşîna dayik a MAF di roja 570’emîn de li ber edliyeya #Rihayê berdewam dike. Cihê ku edalet tune ye, hevhelalkirin jî nabe.”