Nobeta “edaletê” di roja 292’an de ne

Nobeta "Edaletê" ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin 292 roj in didome.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 292’an de ye. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya yê hesabên Serokê Giştî yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Em bawer dikin! Em bi biryar in! Em ê vê bê hiqûqiya li Rihayê ji holê rakin. Ji ber ku em mafdar in. Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine.”