Nobeta “edaletê” di roja 291’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 291 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirîn dewam dike.
Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenşayar hatin li ber Edliyeya Rihayê qada ku bi navê "koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" te binavkirin û di roja 291’an de dest bi nobetê kirin.
“Ên li hemberî zilmê bêdeng bimînin dê winda bikin”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Yekîtiya Baroayên Tirkiyê (TBB) etkîket kir û vê peyam belav kir: “Nobeda dayikek li ber Qesra Edaletê ya Rihayê, teraziya edaletê ya vî welatî ye. Bila Serokkomar derkeve û bêje têkildarî qetliyama li nexweşxaneyê min xapandin e. Bila li ser darazê zext rabin Kesên ji vê zilmê re bêdeng dimînin, wê her kes winda bike. Edalet tune be nan jî tune ye.”