Nobeta “Edaletê” di roja 286’an de ye
Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin di roja 286'an de bi peyama "gel dê vê zilmê ji bîr neke" didome.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 286'an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam dan: "Ji cihê destpêka dîrokê ji Girê Xerabreşkê; ji cihê xala sifir a hiqûq û edaletê, em ji Qesra Edaletê ya Rihayê re dibêjin; Turîstên ku tên Rihayê êdî tên Edliyeya Rihayê jî ziyaret dikin. Gel dê vê zilmê ji bîr neke.”