Nobeta “edaletê” di roja 285’an de ye

Têkoşîna ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin di roja 285'an de berdewam dike.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 285’an de ye. Malbat, ji ber îro dawiya hefteyê ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Tirkiyeyê, Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî 72 sal beriya niha îmze kiribû. Lê belê ev danezan li Rihayê nayê sepandin. Dayikek 285 roj in li edaletê dixwaze. Hiqûq li Rihayê di bin tekela hin ‘kesan’ de ye. Em ê edaletê jî hiqûqê jî bi parêzvanên mafê mirovan re bînin.”