Nobeta “edaletê” di roja 281’ê de ye
Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Malbat di roja 281’ê de bi pirsa; "Em ji kîjan dozgerî bawer bikin?" diyar dike ku heta edalet pêk neyê dê dest ji têkoşînê bernedin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 281’ê de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê îro nikaribû were ber deriyê edliyeyê. Ferît Şenyaşar ê li qada bi navê "quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar" nobeda xwe didomîne, bertek nîşanî diyarkirina girteka teşhîsê ya "kiryar nediyar" a li midûriyeta polîsan a ku di 8'ê Kanûnê de çûbûn, da.
“Em ji kîjan dozgerî bawer bikin”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, hesabê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û vê peyamê parve kir: “Em ji bo Tirkiyeyek adil û bi bandor li ber xwe didin. Dozgerê 7’an ê dosyeyê got ‘min 23 kujerên li ber nexweşxaneyê ku komkujî pêk anîne tesbît kirine.’ Pişt re tayîna wî derxistin. Dozgerê 9’an ê dosyayê jî bi çavên ‘kiryar nediyar’ li dozê dinêre. Em ji kîjan dozgerî bawer bikin?”