Nobeta “edaletê” di roja 277’an de ye
Emîne Şenyaşar 277 roj in li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû berdewam dike. Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn a çalakiya xwe de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê 42 kîlometre rê girtin,hatin ber edliyeyê û nobeta xwe dan destpêkirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Îro în e. Meleyên girêdayî Serokkomariyê wê nimêja xutbeyê bikin. Wê di Sûreya Nahl de ku ‘Xwedê edaletê ferman dike’ derbas dibe, bixwînin.Ew ê li ber deriyê edliyeyan sepandina hiqûqa serweran bidomînin.”