Nobeta “edaletê” di roja 275’an de ye

Emîne Şenyaşar a bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 275 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dike got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Çimkî berxwedana ji bo edaletê jiyankirin e.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja xwe ya 275’an de berdewam dike. Malbat li ber Edliyeya Rihayê ji 9’ê Adarê ve çalakiya nobetê dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê wêneyê sê ferdê malbata xwe yên hatin kuştin belav kir û wiha got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Çimkî berxwedana ji bo edaletê jiyankirin e. Kujerên ku van 3 mirovan li nexweşxaneyê bi hovane kuştin, hêj di nava xelkê de ne... Yên ku dibêjin edalet heye, dibin şirîkê zilma li ber avahiya edliyeyê.”