Nobeta ‘edaletê’ di roja 268’emîn de ye
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 9 meh in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû ket roja xwe ya 268’emîn. Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û bi pankarta “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kirin.
“Wê helalbûn çênebe”
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê bi etîketkirina Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê ev peyam parve kir: "Wê rojek teqez edalet bê erdnîgariya me. Kujer li derve digerin. Heta ku hesabê rojên dayikek ku 9 meh in li ber deriyê edliyeyê di bin zilmê de derbas dibin û kurê wê yê 3 sal û 5 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin neyê pirsîn, wê helalbûn çênebe."