Nobeta ‘edaletê’ di roja 265’emîn de ye
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku çalakiya"Nobeta Edaletê" di roja 265'an de didomînin û gotin: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, her der tarî dibe.”
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku çalakiya"Nobeta Edaletê" di roja 265'an de didomînin û gotin: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, her der tarî dibe."
Riha -Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 265’an de berdewam dike.
Malbata ku ji ber dawiya hefteyê ye çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî û ev peyam parve kir: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, her der dibe tarî. Em #TahîrElçî bi rêzdarî bi bîr tînin.”