Nobeta ‘edaletê’ di roja 264’emîn de ye

Nobeta ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza "Edaletê" dabûn destpêkirin di roja 264'an de berdewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 264’an de berdewam dike.  
Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbat li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ger her piştî şevê sibeh hebe, bêguman wê berdeleke her neheqî û bêhiqûqiyê jî hebe.”