Nobeta ‘edaletê’ di roja 263’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di Nobeta "Edaletê" ya ku di roja xwe ya 263'an de dewam dike de daxwaza pêkanîna qanûnê kir û ev peyam parve kir: "Yên ku li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin dê winda bikin."

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 263’an de berdewam dike. Malbata ku ji navçeya Pirsûsê hat û li cihê ku wekî "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin çalakiya xwe didomîne. Emîne Şenyaşar ji ber ku çû hevdîtina kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar îro tevlî nobetê nebû. 

"Yên ku bêdeng bimînin dê winda bikin"

Malbata Şenyaşar li ser medyaya civakî ev parvekirin parve kir: “Di nava AKP’ê de wekîlekî ku bi malbata xwe re li nexweşxaneyê komkujî pêk anî heye. Gelê Rihayê li Fakîbaba yê ku bêdengiya xwe şikand, xwedî lê derket. Yên li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin dê winda bikin. Agahiya DAWÎ ya ku her kes li bendê ye, nêzîk e…”