Nobeta ‘edaletê’ di roja 260’emîn de ne
Malbata Şenyaşar di roja 260’emîn a nobeta ‘edaletê’ de, lêgerina xwe ya edaletê didomînine.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbata Şenyaşar di roja 260’emîn a nobetê de danê sibehê li cihê bi navê "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin çalakiya xwe ya edaletê dan destpêkirin.
"Destpekê hesab were pirsîn"
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Heta ku ji kesên ji dewletê hêzê digirin û êrişên terorî dikin hesap neyê pirsîn, wê kes neyê ‘helalkirin’. Her kesê ku li Meclîsê li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, mehkumî windakirinê ne. Li deriyê Edliyeya Rihayê roja 260’emîn.” Heman demê di hesabê de vîdeoyeke ku Ferît Şenyaşar axivî ye hat parvekirin.