Nobeta “edaletê” di roja 254’an de ne
Têkoşîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî dayî despêkirin di roja 254’an de ne.
Riha – Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî wek her sibehê vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 254’yemîn de dest bi çalakiyê kir.
Ferît Şenyaşar diyar kir ku herkesê ku qala demokrasî, hiqûq, edaletê bike divê tiştên li ber edliyeyê paşguh nekin û got: "254 rojin çalakiya nobeta edaletê dibin zilmê de dewam dike.”