Nobeta “edaletê” di roja 244’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 244’an de dewam dike.

Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 244’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Komkujiya we li Pirsûsê kir; hûn dikarin bi cihê hûn lê, di bin siya desthilatê de taloq bikin lê hûn qet nikarin serê wê bigirin.”