Nobeta edaletê di roja 236’an de ye

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 236 roj in li benda pêkanîna daxwazên xwe yên ji bo edaletê ne.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû berdewam dike.
Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbatê çalakiya xwe ya di roja 236'an de li malê derbas kir. Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ev peyam parve kir: Hatina edaletê ya Edliyeya Rihayê ji bo dayikê dibe gaveke biçûk; lê ji bo Tirkiyeyê wê bibe gaveke mezin. Li vir wê hiqûqa serdestan bi dawî bibe, wê ev dozgerên din jî wêrektir bike. Dema bi dawîkirina vê zilmê derbas bûye..."