Nobeta “edaletê” di roja 232’an de ne

Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî li gel kurê wê Ferît Şenyaşar 232 rojin di çalakiyê de ne.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dewam dike. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 232’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê Serokomar Tayyîp Erdogan, Dadgeha Bilind, Wezareta Dadê û Serdozgerê Rihayê etîket kir û ev pirs kir: “Yên ku qala xala 138’emîn a destûra bingehîn dikin, bila ewilî li Edliyeya Rihayê binêrin û paşê biaxivin. Dema ku faîl alîgir bin, hûn fermana wan negirin didin dozgeran. Kê van her sê mirovan li nexweşxaneyê kuşt? Çima 3 sal û nîv e doz nehatiye vekirin?”