Nobeta “edaletê” di roja 221’an de dewam dike

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên 221 rojin di çalakiya nobetê de ne gotin: “Roja heq û edaletê wê ji nû ve di asoyên Rihayê de hilbê.”

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 220’an de berdewam dike. Dayik û kurê xwe hatin qada bi navê "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar", bi dovîza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi çalakiya xwe kirin. 
Malbatê derbarê naveroka dosyeya dozê û tiştên hatine serê wan, bi kesên ku diçûn edliyê re parve kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Roja heq û edaletê wê ji nû ve di asoyên Rihayê de hilbê! Kesê xwe xwe dixe bin siyas wê, wê her dem ne li ser ên ku komkujiyê kirine nesekine. Meqamê wan çi dibe bila bibe, kes diçin û tên.”