“Nobeta edaletê” di roja 219’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 219 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 219’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Ji ber di roja 200’an a çalakiyê de polîsan dest danî ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bê pankart dimeşînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê wêneyê nexweşa giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê dimîne parve kir û ev peyam da: “Daraz riziya, sekna bi sinc û nirxên bi exlaq tune kirin. Li Qesra Edaletê ya Rihayê, hîna jî serdest tên parastin. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin li derve de ne, Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye.”