Nobeta “edaletê” di roja 215’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên 215 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin diyar kirin ku ti al nikare komkujiyê veşêre.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 215’an de dewam dike. Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe domand.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam par kir: Di dinyayê de tu al nîne ku ser neheqiya li mezlûman tê kirin binixumîne. Al nirxê hevpar e. Hûnê nikaribin ser komkujiya li ber Nexweşxaneya Dewletê veşêrin.”