Nobeta “edaletê” di roja 213’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 213 rojin nobeta “edaletê dewam dikin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 213’an de dewam dike. Ji ber di roja 200’î de pankarên malbatê hatin desteserkirin îro jî bê pankart çalakiya xwe dan despêkirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê wiha vê peyamê belav kir: “Nobeda me ya edaletê ya li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 213’emîn de dewam dike. Em ji rayedaran rehmê hêvî nakin. Em tenê dixwazin serweriya hiqê pêk were.”