Nobeta “edaletê” di roja 205’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên 205 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Heta edalet pêk bê em ê li ber deriyê Edliyeya Rihayê bin."

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 205’an de dewam dike. Malbatê li ber Edliya Rihayê devera weke “Koşeyê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe kirin.
Malbata Şenyaşar li ser medyayê ev peyam da: "Têkoşîna me ya edaletê bi rojan, hefteyan, mehan, demsalan û bi salan dom kir. Heta emrê me têr bike û heta edalet pêk bê em ê li ber deriyê Edliyeya Rihayê bin."